Balafirgeha Herîrê dîsa hat bombebarankirin

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîsa bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê ya li Hewlêrê hat kirin.

Çavkaniyeke pilebilind a ewlehiyê yê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku danê sibehê dîsa bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê hatiye kirin.

Çavkaniya pilebilind diyar kir ku êriş saet 01:10ê sibehê pêk hatiye.

Grûpa bi navê "Berxwedana Îslamî" ya di bin sîwana grûpên milîsên Şîe yên alîgirên Îranê de, berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê grûpê ve hat dayîn de hat ragihandin ku êriş bi dronê hatiye kirin û dron li hedefa xwe ketiye.

Grûpê herwiha da zanîn ku ew êriş wekî bersiveke êrişên li Xezeyê hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê êrişan de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya dawî, li Îraq û Sûriyeyê li dijî hêzên Amerîkayê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 61 êriş hatine kirin û 58 leşker jî birîndar bûne.

Pentagonê da zanîn ku 33 ji wan êrişan li Sûriyeyê û 28 jî li Îraqê hatine kirin.

Herwiha Amerîka ji ber van êrişan grûpên nêzikî Îranê tohmetbar dike.

Li gorî daxuyaniyên Pentagonê, artêşa Amerîkayê 3 caran baregehên grûpên çekdar ên li Sûriyeyê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst