Dîsa bi dronan êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê hat kirin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê ya ku Hêzên Hevpeymanan lê diman hat bombebarankirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand, demjimêr 12:35an droneke bombebarkirî li Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê li nêzîkî holên balafirgehê ket û teqiya.

Çavkaniyê ewlehiyê ragihand ku balafirgeh hatiye valakirin û zererên madî gihîştine holên balafirgehê.

Ew kêmtirî 48 demjimêran piştî êrişeke din a dronî ya li ser heman balafirgeha leşkerî ye.

Êvara roja pêncşemê 9ê Çiriya Paşînê, dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê kir û agir bi depoya wê ket.

Grûpa çekdar a Şîe ku xwe wek “Berxwedana Îslamî” bi nav dike, di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrişa Balafirgeha Herîrê girt ser xwe û vîdeoyeke 25 çirkeyî ya êrişê jî belav kir.

Grûpa çekdar ragihand, “Mucahîdên Berxwedana Îslamî li Îraqê baregeha dagirkeriyê ya Amerîkî ya Herîrê ya li bakurê Îraqê bi du dronan kir armanc.”

Li aliyê din, Dijî Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê ya Hewlêrê hat kirin ku berê wekî navendeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî dihat bikaranîn lê 20ê Çiriya Pêşînê hatibû valakirin û ji ber êrişê agir bi depoya sotemeniyê ya baregehê ket.”

Roja Duşema 6ê Çiriya Paşînê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand:

“Ji meha 17ê Çiriya Pêşînê ve li Îraq û Sûriyeyê di 38 êrişan de herî kêm 45 leşker û personel bi sivikî birîndar bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst