Ozgur Ozel: Bi gotineke Erdogan Tirkiyê 95 mîlyar lîre ji dest dan

19-11-2021
Ferdî Sak
Ozgur Ozel, Wekîlê Serokê Fraksiyona CHPê
Ozgur Ozel, Wekîlê Serokê Fraksiyona CHPê
Nîşan Ozgur Ozel Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî biryara Banka Navendî ya wî welatî, bihayê Lîreyê Tirkî careke din daket û her dolareke Amerîkî 11 Lîre derbas kir. Wekîlê Serokê Fraksyona CHPê Ozgur Ozel jî dibêje, bi yek gotina Recep Tayip Erdogan Tirkiyê 96 milyar lîre ji dest dane. 

Li Tirkiyê çend roj in bê navber daketina nirxê lîreyê tirkî li hember dolarê Amerîkî û diravên biyanî berdewam e û rewşa aborî ya wî welatî her ku diçe xirabtir dibe. Aborînas daketina nirxê lîreyê Tirkî bi polîtîkaya hikûmeta Tirkiyê ya daxistina faîzê ve girêdidin, lê hikûmeta wî welatî berovajî vê yekê li ser daxistina faîzê berdewam e.

Serokkomarê Tirkiyê  Recep Tayip Erdogan roja Çarşemmê  17ê Mijdara 2021an ragihand ku  ew dê rûbrûyî faîzê bibin û tekez kir ku ew  li gel wan kesan nameşe ku faîzê diparêzin.

Erdogan ragihand, “Li Amerîka, rojava û Îsraîlê binêrin. Tevî ku li van deran faîz di astên jêr de ye, çi bi hevalên me hatiye ku faîzê diparêzin. Hûn dibînin ku enflasyon li van deran di çi rewşê de ye. Çi bi hevalên me hatiye? Hevalên birêz li qisurê nenêrin heta ez li ser vî erkî bim, heta dawî ez dê rûbirûyê faîz û enflasyonê bibim.”

Piştî van gotinên Serokkomarê Tirkiyê roja Pêncşemmê 18ê Mijdara 2021an Banka Navendî ya Tirkiyê faîzê bo rêjeya ji sedî 15ê daxist.

Piştî daxistina faîzê nirxê her dolareke Amerîkî di nav bazarên Tirkiyê de gihişt derdora 11 lîreyên tirkî. Vê biryara Banka Navendî li Tirkiyê gelek nerazîbûn li pey xwe anîn. Wekîlê Serokê Fraksyona CHPê Ozgur Ozel dibêje, bi yek gotina Recep Tayip Erdogan Tirkiyê 96 milyar lîre ji dest dane. 

Ozgur Ozel, Wekîlê Serokê Fraksiyona CHPê ragihand, “Duh Recep Tayip Erdogan berî civîna saziya polîtîkayên pereyan di civîna grûpa partiya xwe de gotina ku bûye belaya serê Tirkiyê dûbare kir. Vê înadê 128 milya dolar bi tirkiyê da winda kirin. ji ber ku faîz daket û dolar firiya.  Dema wî ev gotin kir, dolar bi 10.35an bû, piştî gotina wî bû 10.75. Bi gotineke wî Tirkiyê 96 mîlyar lîre ji dest dan.”

Ev di demekê de ye ku ji ber daketina nirxê lîreyê tirkî rojane nirxê kelûpel û pêwîstiyên jiyanê li nav bazarên Tirkiyê zêde dibe û xelkê wî welatî hejartir dibe. Li gor ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 25 milyon kes di jêr hêla hejariyê de dijîn.   

Ebru Gunay, Berdevka HDPê diyar kir, “Li Tirkiyê 25 milyon kes di jêr hêla hejariyê de dijîn. 8 milyon kes bêkar in. Hêviya 3.5 milyon ciwanan  ji siberojê nemaye. Em her sibeyê  bi nûçeyên bihabûnê şiyar dibin. Kasibkar îflas dikin. Welat dişewite.  Aborî, siyaset û jiyan civakî ber bi xirabbûnê ve ye, lê Erdogan mîkrofonê dixe destê xwe û êrîşî herkesê dike.” 

Li gor amaran di nav 12 mehên borî de lîreyê Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî  ji sedî 23 bihayê xwe ji dest daye û piraniya deynên Tirkiyê jî bi dolar in. Beşeke opozîsyona Tirkiyê rêya  çareserkirina rewşa xirab a aboriya wî welatî di guhertina desthilatê de dibînin û ji bo vê yekê banga hilbijartineke pêşwext dikin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst