PKK: Me hemû hêzên xwe ji Kampa Mexmûrê vekişandin

19-10-2023
RÛDAW
Nîşan Kampa Mexmûrê PKK Murat Karayilan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Murat Karayilan ragihand ku wan wan hemû hêzên xwe ji Kampa Mexmûrê vekişandin.

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ji medyaya nêzîkî PKKê re derbarê reşwşa Kampa Mexmûrê ya ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin daxuyanî da.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ku baskê leşkerî yê PKKyê ye bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hêzên xwe yên li Kampa Mexmûrê vekişandine.

Piştî vê yekê Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan jî peyameke videoyî ji bo xelkê Mexmûrê belav kir.

Murat Karayilan diyar kir ku wan hemû hêzên xwe ji Kampa Mexmûrê vekişandine “Herêmên Parastina Medyayê”, ango Qendîlê û navçeyên din û niha li Kampa Mexmûrê ti hezên wan nemane.

"Hêzên HPGyê ji bo parastina xelkê li kampê bi cih bûbûn"

Karayilan diyar kir ku wan sala 2014an piştî êrişa DAIŞê, hinek hêzên HPG û YJA-Starê şandibûn Kampa Mexmûrê ji bo ku xelkê biparêzin û bersiva çekdarên DAIŞê bidin.

Bi gotina Karayilan, Rêveberiya Kampa Mexmûrê gihîştiye wê baweriyê ku hêzên HPGyê li wê kampê erka xwe temam kiriye û di vê çarçoveyê de jî biryar daye ku ber bi Qendîlê û navçeyên din bêne veguhestin.

"Vekîşandina hêzên HPGyê meha îlonê dest pê kir"

Li gorî daxuyaniyê, hêzên HPGyê yên li Kampa Mexmûrê ji destpêka meha Îlonê ve qonax bi qonax dest bi derketinê kirine û niha li wê kampê ti hezeke wan nemaye.

Murat Karayilan herwiha da zanîn ku ti hêzekê daxwaza vekişînê ji wan nekiriye û wan bixwe biryar daye ku hêzên xwe vekişînin.

Kampa Mexmûrê

Li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998an de ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê ve li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê hat avakirin, nêzî 10 hezar kes dijîn.

Piraniya wan ji ber ku gundên wan di salên 1990î de hatin şewitandin û di bin zextên dewletê de bûn, ji Şirnexê û Colemêrgê koçber bûn.

Berî niha gelek caran Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê êrîşên asmanî li ser kampê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst