Azad Osman: Çekdar ji Efrînê derdikevin

10-02-2025
Nalîn Hesen
Azad Osman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Azad Osman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Çekdar Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê Azad Osman got, “Çekdar ji Efrînê derdikevin, hejmara wan kêmtir bûye.”

Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar de ye.

Piştî ku desthilata Esed nema jî HSDyê yan jî birêvebiriya nû ya Şamê hîn Efrîn nexistiye bin kontrola xwe û ew bajarê Kurdan di destê komên çekdar de ye.

Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê Azad Osman beşdarî Nûrojê bû pirsên Nalîn Hesenê yên li ser rewşa Efrînê bersivandin.

Azad Osman diyar kir ku piştî nemana Esed li Efrînê hinek guherînên biçûk çêbûne û li gorî amarên nefermî 73 hezar malbat vegeriyane Efrînê.

Wî diyar kir ku dê tevna hêzên li Efrînê biguhere û diyar kir, “Dê rê were dayîn ku xortên herêmê jî tevlî polîsan bibin.”

Azad Osman bi gotinên, “Piraniya endamên komên çekdar ji Efrînê derketin” diyar kir ku çekdar hêdî hêdê ji Efrînê diçin.

Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê diyar kir ku ji sedî 15ê çekdarên bi ser Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve li Efrînê mane lê aborî Efrînê di bin kontrola wan de ye.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Şamê 6ê Sibatê çûbûn nav Efrînê û bi alayên Kurdistanê û Sûriyeyê hatibûn pêşwazîkirin

Li gorî agahiyên ku Azad Osman dane, şeva ku hêzên Sûriyeyê çûne Efrînê jî koma Emşatê gelek Kurd girtine.

Wî diyar kir ku di navbera wan û nûnerên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de derbarê îdarekirina Efrînê hevdîtin hene û da zanîn ku Meclisa Xwecihî ya Efrînê pêbendî hikûmeta nû ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst