Li bircên Amedê 3 îskeletên mirovan hatin dîtin

19-09-2020
RÛDAW
Nîşan Amed Îskelet Sûr Bircên Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûra ya Ameda Bakurê Kurdistanê, 3 hestiyên mirovan ku tê pêşbînîkirin ên çaxa navîn bin hatin dîtin. 

Parêzgariya Amedê ragihand ku tîmên parêzgarî, şaredarî û Rêveberiya Monumentan di çarçova xebatên restorekirinê ku roja 10ê Tebaxê dest pê kiribûn îskeletên mirovan dîtin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nav cihê şûnwarî, Birca Heftbira li navçeya Sûra, ku niha xebatên restorê û erdkolanê lê tên kirin, 3 îskeletên mirovan hatin dîtin.

Parêzgariya Amedê da zanîn ku, zelalkirina temenên wan her sê 3 îskeletên mirovan ên hatine dîtin dê di encama lêkolînan de bê diyarkirin.

Lê li gor zanyariyên parêzgariyê tê pêşbînîkirin ku her sê îskelet yên Çaxa Navîn-dema Îslamiyetê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst