Greva alîgirên Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê berdewam e

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Tevgera Sedr Çarçoveya Hevahengiyê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Krîza siyasî ya li Iraqê bi berdewambûna greva alîgirên herdu aliyên sereke yên Şîeyan, Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê, li navçeya Kesk a Bexdayê berdewam e.

Alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê, li nêzîkî çadira girvegirtiyên tevgerê bê bermaber birinc û tirşikê didin beşdarbûyên girevê.

Ji 30 Temûzê ve alîgirên Tevgera Sedr li nêzîkî Parlmantoya Iraqê dest bi grevê kirine û daxwaz dikin parlemanto bê hilweşandin û hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Pêwîsrtiyên rojane ji bo kesên beşdar di grevê de ji aliyê Tevgera Sedr û hin kesên xêrxwaz ve têne dabînkirin.

Celal Muqteda, alîgirê Tevgera Sedr dibêje, “Em ev grûp , me ji her yekî birrek pere kom kirine, me xwarin û av aniye, herwiha me ajel bo serbirrînê anîne, û em xizmeta serdankaran dikin.”

Bi gotina serperiştyarên grevê, bi nêzîkî 70 otombîlên Tevgera Sedr û hozên hevsozên wî, ew xwarin û pêdiviyên din bi ser kesên beşdar di grevê de dabeş dikin, rojane her otomobîlek bi bihayê 6 milyon dînar xwarinê dabeş dike.

Mihemed Huseyn, alîgirekî din ê Tevgera Sedr dibêje, “Em karê boyaxkirina text dikin, rojane bi 40 hezar dînar kar dikin, ji devê mal û zarokên xwe digirim û tînim vir bo birayên xwe yên xwepêşander.”

Li vir jî li derdora navçeya kesk a Bexdayê, alîgirên hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ji 12ê Tebaxê ve greva xwe ragihandine, ew li dijî daxwaziyên Tevgera Sedr in bo hilweşandina parlemantoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext.

Daxwazên wan ji hev cuda ne, lê ji bo dabînkirina pêdiviyên kesên beşdar di greva xwe de wek hev tevdigerin.

Ji dawiya meha Temûzê ve ji ber van pirisgirêkan parlamantoya Iraqê ne civiyaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst