Ji PDK-S nameyek tund bo PYDê

19-08-2014
Cotyar Murad
Nîşan PYD PDK-S ENKS
A+ A-

 

Rûdaw (Hewlêr)- Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de rexneyên giran li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û ragihand ku ew, pêgirî biryarên rêveberiyên xweser ên PYD û “çekdarên wê” nabin.

Encûmena navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ku piştî bidawî hatina civîna wê duh, 18ê tebaxê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê weşandibû, ragihand ku ew “Hemû biryar û merasîmên ku ji aliyê rêvebriyên xweser ên PYD û “çekdarên wê ve derdikevin”, wek amajeyekê bo Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina JInê YPJ û hêzên asayişê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, nakin.

Herwiha encûmena navendî ya PDK-Sê ew biryar û merasîmên rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê bi “Hewldan bo binçavkirina jiyana siyasî li deverên Kurdî” da zanîn û got ku ew, rewşê bêtir aloz dikin û perçebûna cadeya kurdî zêde dike û dibe sedema nearamiyê û koçberiya zêde ya kurdan ji deverên xwe.

Di çileya sala 214an de, PYD, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojayê Kurdistanê ye, û çend hevalbednên wê ji Kurd, Ereb û Mesîhî û bêy beşdarî rezamendiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rojavayê Kurdistanê kirin 3 beş (Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Koantona Efrînê) û li her beşekî rêvebriyek bi navê, rêveberiya xweseriya demokratîk, pêk anîn, bêy ku ti sîmaya Kurdî ya jî Kurdistanê bide wan rêvebriyan.

PDK-S, ku di 4ê nîsana îsal de ji encama yekîtiyê di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), herdu baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û wek hevalbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, kiryarên bi kîn û biryarên şaş ên rêvebrî û çekdarên PYD tenê xizmeta rejîma Sûriyê û berdewamiya wê dikin û zirarê dighînin yekîtiya rêz û hewlesta Kurd û dijberiyeke Kurd-Kurdî nêzîk dike.

Herwiha encûmena navendî ya PDK-S daxwaz ji PYD kir ku, ji wan hewlestên xwe yên borî û hemû biraya û tedbîrên nerewa derheqê gel de vegere û demlidest hemû girtiyên siyasî serbest berde, û êdî nema tevgera siyasî ya Kurd têxe goşe û quncikên cihê şermê de.

Di dema borî de, rêveberiyên xweseriya demokratîk li her yek ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê du biryar pejirandin ku bûn sedema kûrbûna nakokiyên di navbera wan rêvebriyan û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ku PDK-Sê pêkhatek sereke ye ji pêkhatên wê.

Her du birayrên rêvebriyên xweser derbarê, xizmeta leşkerî ya neçar, ku her kesê temenê wî di navbera 18-30 dalî de li xwe vedigire û li ser wan feriz dike ku 6 meh an tevlî pewerdeya leşkerî bibin. Biryara duyem jî derbarê yasaya partiyên siyasî yê, ku li gor wê dibe her partiyek siyasî ku bixawze li Rojavayê Kurdistanê kar bike, destûr û rûxsetê ji rêveberiyên xweseriya demokratîk werbigre, yan dê karên wê bê qedexe kirin û ofîsên wê bên girtin. Ew her du yasa jî bi hemû awayan ji aliyê ENKS û partî û pêkhatên nava wê tên red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst