6 şehîdên Amûdê yên sala 2013an hatin bibîranîn

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amûdê ENKS Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 6 kesên ku di bûyera Amûdê ya sala 2013an jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.

Li ser daxwaza Xwecihiya Amûdê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, îro demijmêr 6ê êvarê malbatên 6 wan kesan li goristana bajêr kom bûn û baqên gulan li ser gorên wan danîn.

Di çalakiyê bîranîna 6 kesan de gotinên ENKSê û malbatan hatin pêşkêşkirin.

Berî 10 salan, dema ku xwepêşandan li bajarê Amûdê ji bo azadkirina hejmareke girtiyên di zindanên Asayişê de dihatin kirin, alozî di navbera YPGê û xelkê de derketin. Di encama gule hatin reşandin, 6 welatiyên Amûdê canê xwe ji dest dan, hejmareke welatiyên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst