Dêra Rûs li Erzeromê hat nûjenkirin

19-07-2023
RÛDAW
Dêra Rûs li Erzeroma Bakurê Kurdistanê
Dêra Rûs li Erzeroma Bakurê Kurdistanê
Nîşan Erzerom Dêra Rûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Rûs a li navçeya Oltîsê ya ser bi parêzgeha Erzeroma Bakurê Kurdistanê ve hatiye nûjenkirin û ji bo pêşwaziya li geştyaran hatiye amadekirin.

Dêra Rûs a li navçeya Oltîsê piştî şerê Rûs û Osmaniyan ê di navbera salên 1877-78an de bi mîmariya Rûsan li ser 480 metre çargoşe hatibû avakirin û piştre hilweşiyabû.

Dêr bi armanca geştyariyê piştî 100 salan careke din hat nûjenkirin.

Qeymeqamê Oltîsê, Cevdet Bakkal derbarê nûjenkirina dêrê de dibêje: “Avahiya dêrê ku li navçeya me girîngiyeke wê ya dîrokî heye, ji bo armanca geştyariyê û zêdekirina xalên geştyariyê qadeke girîng e. Li navçeya Oltuyê ji bo dewlemendiya dîrokê û geştyariya navxwe û derve projeya avahiya dêrê hatiye cîbicîhkirin.”

Ji ber ku proje û krokiya wê nebû, dêr li gor wêneyên ku wê demê hatibûn girtin hatiye nûjenkirin.

Akademîsyenê Beşa Dîroka Hunerî ya Zanîngeha Ataturkê, Haldun Ozkan dibêje: “Di salên dawî de dest jê hatibû berdan. Bi armanca geştyariyê hat nûjenkirin. Ji ber ku li herêmê yek ji nimûneyên ku wê demê nîşan dide û nûnertiya wê demê dike avahiyeke girîng e.”

Piştî şerê Rûs û Osmaniyan ê sala 1877-78an beşeke Bakurê Kurdistanê heta sala 1921an ku Rêkeftina Moskowê hat îmzekirin di bin kontrola Rûsan de ma û di wê heyamê de li herêmê nêzîkî 70 dêran hatin avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst