Li Erzeromê lehî rabû, mal di bin avê de man

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur bariya.

Bi barana gur re lehî rabû û av ket hundirê gelek malan, zeviyên çandiniyê jî di bin avê de man.

Roja şemiyê piştî nîvro li parêzgeha Erzeromê baraneke zêde bariya û li navenda bajêr av li kolanan kom bû.

Li navçeya Xoresanê ya Erzeromê bi taybetî li taxên Delal, Sekman, Yeşîloz û Yazilitaşê ji ber baranê lehî rabû, av kete gelek mal û axûrê pez û dewaran.

Herwiha zeviyên çandiniyê jî di bin avê de man. Tîmên şaredariyê li taxên ku ji lehiyê zerar dîtiye dest bi kar û xebatên pakkirinê kirin.

Şaredariya Erzeromê jî ji ber kombûna avê û metirsiya rabûna lehiyê dest bi xebatên xwe kir.

Herwiha çûnûhatina otomobîlan a di bin piran re ji aliyê polîsan ve bi awayekî demkî hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst