Li Erzeromê xwediyê 9 erebaneyan hatine desteserkirin

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Erebane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê xwediyê 9 erebaneyan (fayton) ên ku xwepêşandan kirin hatin desteserkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Erzeromê bi hinceta ku xelk bêzar dibe û di çûnûhatina nav bajêr de pirsgirêk derdikevin karên erebaneyan qedexe kir.

Xwediyên erebaneyan li dijî biryara şaredariyê nerazîbûna xwe nîşan dan û li kolana sereke ya bajêr rê girt.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Di navbera xwediyê erebaneyan û hêzên ewlehiyê de alozî derket û di encamê de yek jê zarok 9 kes hatin desteserkirin.

Kesên ku hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlekariyê ya Erzeromê.

Hêzên ewlehiyê herwiha dest daniye ser 2 erebane û 4 hespan jî.

Li aliyê din kesekî ku di xwepêşandanê de xwe bi kêrê birîndar kir ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Erzeromê hate birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst