Li Xakurkê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

19-07-2019
RÛDAW
Nîşan Xakurk Pevçûn PKK Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerekî Tirkiyê li herêma Xakurka Başûrê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de hat kuştin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê li herêma Xakurka Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên ewlehî yê Tirkiyê û gerîlayên PKKê de pevçûn derket.

 

Di encama pevçûnê de serfeserî bi navê Mustafa Unal ê 26 salî canê xwe ji dest da. Biryar e cenazeyê Mustafa Unal sibe 20ê Tîrmehê li navçeya Çeltîk a Konyayê bê binaxkirin.

 

Hat ragihandin ku operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li herêmê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst