Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin û li Çiyayê Mava şer heye.
Li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava doh operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.
Parêzgariya Êlihê îro biryar da ku çûn û hatina li Çiyayê Mava were qedexekirin.
Li gorî biryarê, qedexeyê îro dest pê kiriye û dê heta 3yê Tîrmehê berdewam bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî li Mavayê şer û pevçûn qewimîne û ketin û derketina ji gundê Xirbekûrê hatiye qedexekirin.
Hat ragihandin ku şebekeyên telefonan û înterneta jî gund hatiye birîn.
Herwiha li herêmê tevgereke zêde ya helîkoptêran heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse