Li Êlihê hemû çalakî 5 rojan qedexe ne!

09-10-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wekî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê 5 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Êlihê ragihand, “Di çarçoveya bangên PKKyê de dibe ku bi hinceta `9ê Çiriya Pêşîn` ji vê dîrokê û pê de çalakiyên neyasayî bên kirin û zererê bidin yekitiya neteweyî û asayîşa civakê.”

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daleqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî ji 9ê Çiriya Pêşîn demjimêr 00:01ê heta 13ê Çiriya Pêşîn demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.

Parêzgariya Amedê jî mîtînga DEM Partiyê qedexe kiribû ku dê 13ê vê mehê bihata kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hevserok û parlamenterên DEM Partiyê ji bo pistgiriya şaredariyan çûn Êlih

Kê li ser tayînkirina qeyûman çi got?

Hevserok û parlamanterên DEM Partî û DBPyê ji bo pistgiriya wan şaredariyan çûn Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê