Li Dêrsimê dest bi projeya “Bîstanê Zarokan” hat kirin

19-06-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Elî Heyder Gozlu, Rûdaw
Wêne: Elî Heyder Gozlu, Rûdaw
Nîşan Bîstanê Zarokan Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ya Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, projeyek ji bo zarokan hatiye vekirin ku navê wê “Bîstanê Zarokan” e ku tê de şitlên bacanên sor, bacanên reş, îsot û tûfirengiyan diçînin.

Li navçeya Pulurê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê zarokên Dêrsimê ji bo ji çandiniyê û ji axê qut nebin bi projeya çêkirina “Bîstanê Zarokan” şitlên bacan, îsot, bacanên reş û firawla yan tûfirengiyan diçînin.

Ew dema bi axê ve mijûl dibin kêliyên xweş derbas dikin.

Xwendekar Yaren Sarikulah anî ziman, “Ez îro hatime vir û me bîstan çand. Mamosteyê me em anîne vir, çandina bîstanan gelekî xweş bû.”

Xwendekar Dilda Akbalik got, “Me di bîstan de şitil çandin, îsot û bacan. Em dê piştre tûfirengiyan biçînin. Dema min ew çandin ez gelekî kêfxweş bûm, ji ber hestekî gelekî xweş e, destê me dikeve nav axê.”

Ev proje ji aliyê Koroya Zarokan a Behzat Fîrîk û Koperatîfa Xwezayî ya Pulurê ve hatiye organîzekirin.

Ew dibêjin her çiqas di cîhanê de pêşketina teknolojiyê bo mirovan başiyên wê hene lê di heman demê de malbat û zarokan ji berhemanînê qut dike û tenêbûnê çêdike.

Ji ber wê yekê armanca wan a vê projeyê ew e ku axê bi zarokan bidin nasandin û fêrî berhemanînê bikin.

Welatî Hece Tekinoglu anî ziman, “Em bi zarokên xwe re hatin vir ji ber ku em dixwazin zarokên me çanda xwe fêr bibin û bi axê re mijûl bibin. Em niha armanc dikin ku zarokên me ji ser komputerê rabin û beşdarî berhemanînê bibin.”

Welatî Sevtap Kutlu got, “Cara yekem e tiştekî wiha çêdibe. Me xwest em ligel zarokan beşdar bibin, gelekî baş bû. Em hemû li vir kom bûn, me şitil çandin. Zarok jî kêfxweş bûn, destê wan ket nav axê gelekî baş bû.”

Ev projeya baxçêyê zarokan li ser rûberê 2 donim zevî tê cîbicîh kirin. Bo cara yekem 20 zarokên temenê wan di navbera 5-16 salî de ligel malbatên xwe beşdarî projeya çêkirina “Bîstanê Zarokan” bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst