PKK: Li Xakurkê 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

19-05-2022
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Xakurk Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdarî yê PKKê, HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku li Xakurkê 4 gerîlayên wan di şer û pevçûnên li dijî hêzên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku di 14 û 15ê Gulana 2022an de li herêma Xakurkê di navbera gerîlayên wan û leşkerên artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derketine.

Li gor daxuyaniyê, gerîlayên PKKê roja 14ê Gulanê “li qada navbera gundên Lêlikan û Dayla yên Xakurkê”, û şeva 15-16ê Gulanê jî “li qada Girê Lêlikan ê herêma Xakurkê” êrîşî pêgehên artêşa Tirkiyê kirine û di encama êrîşan de 28 leşkerên Tirkiyê kuştine.

HPG herwiha dibêje, di dema vekişîna gerîlayan de li nêzî gundê Herkarê di navbera gerîlayan û leşkeran de şer derketiye û di vî şerî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. HPGê nasnameya wan gerîlayan jî aşkere kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Di dema vekişînê de li derdora gundê Herkarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û heta serê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar ên ku bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, bi afirîneriya taktîkê di demeke kurt de hedefên dijmin fetih kirin û di vê çalakiyê de bi giştî 14 dagirker ceza kirin, bi lehengî şehîd bûn.”

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, bi vî awayî ye:

Daniş Perwîzî bi navê kod Rustem Qendîl ji navçeya Kamyaran a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê,

Kawa Îsmaîlî bi navê kod Agît Rojhilat ji bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê

Bawer Nas bi navê kod Lezgîn Bawer ji bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê

Nûrullah Gul bi navê kod Dijwar Ertûşî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê

HPG destnîşan kiriye ku Daniş Perwîzî “Rustem” yê ji Kamyaranê sala 2013an, Kawa Îsmaîlî “Agît” yê ji Urmiyê sala 2006an, Bawer Nas “Lezgîn” sala 2013an û Nûrullah Gul “Dijwar” sala 2015an tevlî refên gerîlayên PKKê bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê şeva 15ê Gulanê ragihandibû, li herêma operasyona Pence-1 ku navçeyên Xakûrk û sînorê Sîdekanê li xwe digire, 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê Nahyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî jî roja 16ê ji Rûdawê re ragihandibû, “Demjimr 01:00 sibeha îro Duşembê 16ê Gulana 2022, hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî kelheyeke serbazî ya artêşa Tirkiyê li Çiyadêl kirine. Hêzên Tirkiyê bersiva êrîşa PKKê dane û şer û pevçûnên navbera herdu aliyan 3 demjimêran dom kiriye.”

Îhsan Çelebî herwiha gotibû, “Li gundê Helkêranê termên 4 gerîlayan li erdê mane û artêşa Tirkiyê jî bi 3 helîkopteran kuştî û birîndarên xwe veguhastin.”

Li aliyekî din operasyona nû ya Tirkiyê ya bi navê “Pence-Kilîd” li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam e.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û bi taybet li deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li dijî PKKê operasyoneke nû bi navê operasyona Pence-Kilît daye destpêkirin ku hêj didome.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst