PKKyê ragihand ku gerîlayeke Alman canê xwe ji dest daye

03-08-2023
Nîşan PKK HPG Gerîlaya Alman Elefteria Hambi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye ragihand ku gerîlayeke Alman canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlaya PKKyê ya bi nasnavê Elefteria Hambi li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî duxuyaniya HPGyê Eva Maria Steigera ku nasnavê wê Elefteria Hambi ye, 25ê Çiriya Paşîn a 2019an li herêma Sêdarê ya Çiyayê Gareyê di bombebarana balafirên Artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku gerilaya PKKyê Eva Maria Steiger, welatiya Almanyayê ye û navê dayika wê Corinna, navê bavê wê jî Hans Michael e.

Li gorî daxuyaniyê, Eva Maria Steiger sala 2018an de tevlî refên PKKyê bûye.

HPGyê di daxuyaniya xwe ya 23ê Hezîranê de jî ragihandibû ku 15ê Hezîranê di navbera gerîlayan û artêşa Tirkiyeyê de şerekî rû daye û di vî şerî de 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Di heman daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku 1 ji wan 3 gerîlayên ku canê xwe ji dest daye Thomas Johann Spiessê welatiyê Almanyayê ye û nasnavê wî jî Azad Şerger e.

HPGyê diyar kiribû ku Thomas Johann Spiess li bajarê Mainburg ê Almanyayê ji dayik bûye û sala 2016an de tevlî refên PKKyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst