PKKê êriş kir: Cerdevanek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

19-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama çalakiyeke gerîlayên PKKê de cerdevanek hat kuştin û 1 jê giran 4 cerdevan jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê taybet ji Rûdawê re ragihand ku îro 19ê Gulana 2022ê di demjimêrên nîvro de gerîlayên PKKê li navçeya Xantur a di nav axa Herêma Kurdistanê de, çalakiyek li dijî tîmeke cerdevanan pêk anî ku ji binkeyeke leşkerî vedigeriyan malê.

Li gor wê çavkaniyê di encama wê çalakiya gerîlayên PKKê de cerdevanek hat kuştin û 1 jê giran 4 cerdevan jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê ragihan ku ew cerdevan ji gundê Hedrîşê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ne û navê cerdevanê hatiye kuştin jî Mehmet Emîn S. ye, û navê cerdevan birîndar jî Hazim S., Îslam S.,  Nîzam S. û  Neçîrvan S. ye.

Çavkaniyên nêzîkî PKKê jî ameje bi wê yekê dikin ku di demjimêrên sibeya îro de rûbrûbûnên giran di navbera gerîlayên wan û Artêşa Tirkiyê de derketine û hejmareke zêde ya leşkeran hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê jî ragihand ku li devera operasyona “Pence Kilîd 2” û li navçeya Metîna jî 2 gerilayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst