Parlementera Herêma Kurdistanê ya Tirkmen Muna Qehwecî behsê mafê Tirkmenan li Herêma Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ragihand ku Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin, jiyana wan di xeterê de ye.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê û Parlementera Turkmen Muna Qehwecî di Konferansa Herêma Kurdistana Iraq-Yekrêzî û Destûr de, beşdarî panele derbarê pêkhateyên Herêma Kurdistanê de bû û behsê mafê Turkmenan li Herêma Kurdistanê kir.
Muna Qehweçî diyar kir ku wateya pêkvejiyanê di nav civakê de demekê xuya dibe, ku hemû takekes cudahiyên hev qebûl bikin û li dijî hev nebin.
Qehweçî got: "Em Tirkmen, komek xwecihî ya vî welatî, daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku nakokiya siyasî bidin aliyekê û tenê li ser pêşnumaya Destûra Herêma Kurdistanê disekinin, ji ber ku destûr mafên hemî koman diparêze."
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî herwiha bal kişand aramiya li Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkmenan û got: “Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin, jiyana wan di xeterê de ye. Mafên me li vir li Herêma Kurdistanê têne parastin. Herêmê mînakek baş nîşan daye.”
Navenda Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê îro 19ê Gulana 2021ê ji bo Lêkolînên Herêmî û Navdewletî konferanseke taybet bi navnîşana Yekrêzî û Destûrê saz dike.
Di konferansê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq, herwiha Nûnera Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jenîn Hans Plasschart û serok û serkirdeyên partiyên Başûrê Kurdistanê û hejmarek lêkolînvan û akademisyen û konsulên 29 welatan li Herêma Kurdistanê beşdar bûn û Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî yek ji wan beşdariya bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse