PKK: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin

19-05-2020
RÛDAW
Nîşan PKK Xakurkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKê yê çekdarî ye ragihand ku li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayên wan çalakiyek pêk anînê û di encama çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Wezarete Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku gerîlayên PKKê di encama êrişa wan de canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê 18ê Gulanê saet di 06:30  hêzên HPGê li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirkiyê  çalakiyek encam dan .

HPGê dibêje çalakiya wan ji 2 baskan ve bûye  di vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor heman daxuyaniyê piştî çalakiya HPGê, artêşa Tirkiyê ew herem bombebaran kirine, lê yekîneya wan a çalakî pêk aniye, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyaye.

HPG dibêje di 18ê Gulanê de saet 17:30ê balafirên şer herêma Kanîsarkê ya herêma Zapê bombebaran kirin û ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku herêma Xakurkê 3 PKKyî di encama êrişekê asmanî de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst