Heseke: Jina ku rastî diziyê hat, canê xwe ji dest da

19-04-2023
RÛDAW
Heseke: Jina ku rastî diziyê hat, canê xwe ji dest da
Heseke: Jina ku rastî diziyê hat, canê xwe ji dest da
Nîşan Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî çend rojan li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê bûyereke dizînekê rû dabû. Ew jina ku 2 kesên li ser motor xwestibûn çenteya wê bidizin û ew ketibû xwarê, canê xwe ji dest da.

Roja Pêncşema borî 2 dizan hewl dan çenteya jina bi navê Zehra Ebas a 55 salî bidizin, dema ku çente ji destê wê dikişandin, ew jin bi tundî kete xwarê û ji bo nexweşxaneyeke Hesekê hatibû rakirin.

Li nexweşxaneyê piştî pişkinînan derketibû holê ku xwîn rijiyaye ser mêjiyê wê.

Li gorî agahiyan, derengî şeva borî Zehra, li Nexweşxaneya Gel a Hesekê canê xwe ji dest daye.

Ew bûyer li taxa Salihiyê ya Hesekê çêbûye, tevî ku hinek agahî behsa girtina wan her du dizan dikin lê hîn Asayişa Rêveberiya Xweser tu daxuyanî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst