Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Berê ya Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ligel kesek din hat destserkirin.
Li gor zanyariyan roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an Hevseroka Berê ya Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hatibû damezrandin, li pêşiya mala xwe ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hat desteserkirin. Li gor zanyariyan ligel Berîvan Kutlu welatiyek bi navê Agît Malgaz jî hatiye desteserkirin.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê hatine birin û sedema desteserkirina wan nayê zanîn.
Di van demên dawî de hêzên ewlekariya Tirkiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyonên xwe yên li dijî endam û alîgirên HDPê zêde kirine û rojane hejmarek kes bi hincetên cuda tên destserkirin.
Roja Dûşemê 17ê Nîsana 2023an jî Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di nava heftiyekê de 29 kes li seranserê parêzgehê bi hînceta “endamtî û propagandeya PKK/KCK” hatine desteserkirin û kesek ji wan hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse