Şaredariya Dêrsimê bê beramber înternetê digehîne welatiyan

19-04-2021
Nîşan Dêrsim Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu ragihand ku li cihên cuda yên bajêr, xalên înternetê yên WI-FI ya bê beramber hatine danîn.

Li gor daxûyaniya Şaredariya Dêrsimê, “xwe gehandina zanyariyan mafek serekî ye” û di vê çarçoveyê de li  cihên cuda yên bajêr xalên înterneta bê beramber hatin danîn.

Li gor daxûyaniya şaredariyê ji bilî cihên ku welatî  zêde bikar tînin, li hinek taxan ji îstasyonên înterneta bê beramber hatine danîn ku bi vê yekê tê armanckirin  xwendekarên perwerdeya onlîne dibînin jê sûd werbigirin.

Her wiha di daxûyaniyê de tê gotin, “piştî bi dawîbûna avakirina xalên WI-FI  li Parkên Mamekî û Seyîd Riza li taxên Cumhuriyet, Esentepe, Yenimahalle û Sûka Binerdê jî xalên înterneta bê  beramber hatin danîn. Li dor xebatên ku didomin tê plankirin li Parka 15ê Temûzê jî  heman xal bên danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst