Li Mêrdînê qeza: Kesek mir û 7 kes birîndar bûn

19-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê pîkab û barhilgir li hev qelibîn û di encamê de  kesek mir û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Barhilgira plaqe 34 LD 9815 a Hasan Ulutaş diajot û pîkaba plaqe 47 AAU 620 a Siraç Aral diajot, li ser rêbejaya Mîdyad-Hezexê li hev qelibîn.

Di qezayê de tevî ajokaran Selamet, Ozlem, Vahice, Îshak, Nehir û Hazine Aral ên di pîkabê de birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.

Birîndar Ozlem Aral ê ligel hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst