Encûmena Asayîşê derbarê ketina helîkopterê de daxuyaniyek da

19-03-2023
RÛDAW
Nîşan Ketina Helîkopterê HSD Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew helîkoptera ku roja 15ê Adarê li Duhokê ketibû, firîna xwe bêyî agahiya rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê pêk aniye.

15ê Adara 2023an de li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek ketibû xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 zilam û 3 jin in.

Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê 2 helîkopter ketine xwarê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniya HSDê ya “2 helîkopter ketine” bi bîr xist û got, “Em piştrast dikin ku tenê helîkopterek ketiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêyî ku saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê agahdar bikin, di navbera Rojava û Silêmaniyê de helîkopter firiyan. Agahiyên berdest eşkere dikin ku aliyek li Silêmaniyê bi awayekî veşartî û ne fermî navbeynkariya têkiliyên HSD û PKK dike û bi gelek awayên cuda alîkariya wan dike."

Daxuyaniya ku ji aliyê Dijî Terorê ya Kurdistanê ve hatiye weşandin de hat ragihandin "Em bang li koalîsyon û hikûmeta federal a Iraqê dikin ku diyar bikin ev helîkopter bi çi destûrê li esmanê Herêma Kurdistanê difirin. Kî berpirsyarê vê kiryara neqanûnî ye?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst