ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Guran xwe berda nav bajêr

19-02-2024
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Loristan Xuremawa Gur Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sê guran xwe berda nav bajarê Xuremawayê yê parêzegha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Ev gur ji birçina daketine nava bajêr û bûne sedema tirsa xelkê.

Li gorî agahiyan, doh berê sibehê sê gur hatine Taxa Hecê ya li bakurê Xuremawayê.

Di vîdeoyên ku di medyaya Îranê de belav bûne de tê dîtin ku gur li taxê li pey tiştekî xwarinê digerin.

Çend rojên borî, li Loristanê berfeke zêde bariyabû.

Tê texmînkirin ku guran ji berfa zêde tiştekî xwarine peyda nekiribe û ew ji nêza daketibin nav bajêr.

Di maweyê çend rojên borî de pêleke xurt a perfê Rojhilatê Kurdistanê dabû ber xwe û rêyên derdora 200 gundî ji ber berfê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst