Li Semsûrê qeza: Polîsek mir û yek jî birîndar e

19-02-2024
Nîşan Semsûr Qeza Polîs Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Semsûrê otomobîla polîsan qulibî, di encamê de polîsek mir û yek jî birîndar bû.

Li Taxa Yunus Emreyê ya parêzgeha Semsûrê otomobîla ku polîsê bi navê Furkan Erkuş diajot, qulibî.

Li ser agahdarkirinê, polîs, AFAD, tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Termê Erkuşê ku di otombîlê de asê mabû ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê polîsê birîndar ê bi navê Guven Karaçur jî rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Hat zanîn ku Furkan Erkuşê ku di qezayê de miriye, bi eslê xwe ji Xarpêtê ye û li Semsûrê dixebitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst