Yekîtiya Ewropayê bo zerardîtiyên erdhejê alîkarî şandin Sûriyê

19-02-2023
Loloxan
Wêne: Ruptly
Wêne: Ruptly
Nîşan Erdhej Yekîtiya Ewropayê Sûriye Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê alîkariyên mirovî bo zerardîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an şandin Sûriyê.

30 ton alîkariyên mirovî ji aliyê Îtalyayê ve bo hemû zerardîtiyên erdhejê li Sûriyê hatine şandin.

Ev alîkarî bi rêya Heyva Sor a Sûrî û karbirêkerê balyozxaneya Îtalyayê li Şamê Massimiliano Dantono tên belavkirin.

Karbirêkerê Balyozxaneya Îtalyayê li Şamê Massimiliano Dantono got "Hikûmeta Îtalyayê bi awayekî bilez alîkarî gihand. Îro em pêşwaziyê li hinek alîkariyên Îtalyayê dikin, ev bar 50 ton alîkariyên pêwîst in bo xelkê Sûriyê li hemû navçeyên zerardîtî. Yekîtiya Ewropayê û welatên endam hewil didin alîkariya zerardîtiyên Sûrî yên vê trajediyê bikin."

Berpirsên rêxistinên mirovî li Sûriyê bo gihandin û dabeşkirina alîkariyên mirovî li ser zerardîtiyên erdhejê, gazinan ji astengî û pirisgirêkên di navbera navçeyên hikûmet û opozisyonê de dikin.

Serokê Heyva Sor a Sûrî Xalid Hebûbatî dibêje "Em îro li vir alîkariyên Yekîtiya Ewropayê ku ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hatine werdigirin. Ev alîkarî ji 16 konteyneran pêk tê, wê li hemû navçeyên zeradîtî yên Sûriyê bên dabeşkirin, bi taybetî bo navçeya Sermeda ku rê li ber me hatiye girtin daku bigihin zerardîtiyan, em li bendê ne derbas bibin."

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Sûriyê, nêzîka 700 ton alîkariyên mirovî ji welatên Erebî û biyanî bo zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê gehiştine wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst