Sînemxan Bedirxan 'emaneteke 104 salî' radestî serok Barzanî kir

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya prensesa herî dawî ya Kurdistanê û ji şahzadeyên mîrektiya Botanê, Sînemxan Bedirxan kir. Sînemxan Bedirxan derbarê hevdîtinê de ragihandiye, ku wê ew Ala Kurdistanê ya ku wek emanet li cem wê bûye, radestî serok Barzanî kiriye.

Sînemxan Bedirxan ragihand, ku roja Şemiyê serdana Serok Mesûd Barzanî kiriye û emaneteke 104 salî radestî wî kiriye.

Prensesa dawî ya Kurdistanê û ji malbata mîrên mîrektiya Botanê, Sînemxan Bedirxan li ser hesaba xwe ya Facebookê wêneyê hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re belav kiriye û derbarê hevdîtinê de peyamek nivîskî weşandiye.

Di peyama xwe de, Sînemxan Bedirxan ji ber pêşwaziya germ a li wê û herwiha wergirtina emaneta 104 salî ji destê wê spasiya Serok Barzanî dike.

Sînemxan Bedirxan di peyama xwe de wiha dibêje: “Îro piştî 104 salan li ser daliqandina vê alayê ji aliyê bapîrê min Mîr Emîn Elî Bedirxan û hevalên xwe ve, min ew ala radestî birayê xwe û rêberê tevgera azadiya Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî kir ku li deşt û çiyayên Kurdistanê bilind bike.

Ez spasiya xwedê dikim ku min karî vê emanetê radest bikim û gelek spasiya birayê birêz Serok Mesûd Barzanî dikim, ji bo wê pêşwaziya germ û mêvanperwerî û wergirtina vê emaneta pîroz.”

Sînemxan Bedirxan di nava Kurdan de wek prensesa dawî ya Kurdistanê tê naskirin û niha li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê dijî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst