Hewlêr (Rûdaw) – Jina Kurd a Êzidî Rewşê Qasim 137 salî ye, temenê dayê Rewşê di serjimêriyê de derket holê û diyar bû ku jina herî bi temen e li Îraq û Herêma Kurdistanê.
Dayê Rewşê sala 1887an ji dayik bûye û li gundê Dûgirê yê Şingalê dijî.
Dayê Rewşê diyar kir ku wê ji karmendên serjimêriyê re gotiye ew berê li gundê Barê bûye û niha li gundê Dûgirê dijî.
Tenduristiya Rewşê Qasimê baş e lê bînahiya çavên wê nemeye û bîrdanka wê jî wekî caran nîne.
Jina herî bi temen a Îraq û Herêma Kurdistanê, ji hikûmetê dixwaze mûçeyeke civakî bidine wê da ku heta sax be baştir debara xwe bike.
Neviyê Rewşê Qasimê yê bi navê Tehsîn li dapîra xwe dinêre. Tehsîn jî amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiya dapîra wê bi mûçeyekê heye da ku baştir debara xwe bike.
Tehsînê neviyê Rewşen Qasimê wiha got:
"Dayê Rewşê jina herî bi temen e li Îraqê. Ev di serjimêriya giştî de derket holê lê heta niha çi tiştek ji bo wê nehatiye kirin.
Mûçeya wê ya çavdêriya civakî hebû. Beriya bi 4 mehan mûçeya wê hat birîn.
Dayê Rewşê berê li cem kurê xwe bû û piştre derbasî kampê bû û niha li gundê Dûgirê ye.
Ji ber ku jina herî bi temen a Îraqê ye divabû jê re tiştek bihata kirin.”
Rewşê Qasim 2 caran zewicî ye, zewaca yekem li Şêxanê bûye û ji wê zewacê 3 zarokên wê çêbûne.
Ji ber ku bîrdanka wê lawaz bûye nizan bê ka kîjan salê zewicî ye.
Zewaca wê ya duyem li Şingalê bûye û ji wê zewacê jî 2 kur û keçekî wê çêbûne.
Li gorî gotina Rewşê Qasimê hejmara, nevî û nevîçirkan û zarokên wê gihiştiye 300 kesî.
Hinek jê li derveyî welat, hinek jê koçber bûne û hinek jê jî li cihên cuda cuda dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse