Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de ji bo rûniştina yekem a parlamentoya Kurdistanê biryarê bide.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ew agahdar kiriye ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine pesendkirin.
Dilşad Şehab da zanîn ku li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de biryara rûniştina Parlamentoya Kurdistanê bide.
Li gorî pêrewa Parlamentoya Kurdistanê divê Serokê Herêma Kurdistanê di nava 10 rojan de ji parlemanterên heyama nû bixwaze ku li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê bicivin.
Heger di nava 10 rojan de Serokatiya Herêma Kurdistanê ji parlamenteran daxwaza civînê nekir roja 11an parlamento ji bo pesendkirina encamên hilbijartinan dikare bicive.
18ê Çiriya Pêşîn dengdana taybet û di 20ê Çiriya Pêşîn jî de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 30ê Çiriya Pêşîn encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.
Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî
Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî
Yekgirtû: 7 kursî
Komel: 3 kursî
Helwest: 4 kursî
Eniya Gel: 2 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek
Goran: Kursiyek
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse