Ji bo Kerem Mîxayîl li Hewlêrê merasîmeke taybet hat lidarxistin

19-01-2024
Helebja Sadon
Ji bo Kerem Mîxayîl li Hewlêrê merasîmeke taybet hat lidarxistin
Ji bo Kerem Mîxayîl li Hewlêrê merasîmeke taybet hat lidarxistin
Nîşan Kerem Mîxayîl Êriş Hewlêr Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Termê Kerem Mîxayîlê ku li Hewlêrê di êrişa Îranê hatibûn kuştin bi merasîmekê radestî malbata wî hat kirin.

Îranê 15ê vê mehê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir, pênc mûşekên Îranê li mala sermayedarê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jînaya ku hîn salek nekiribû, mêvanê wî sermayedarê ji Mûsilê Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê di vê êrişê de canê xwe ji dest da.

Xizmên wî li Dêra Mart Şimonê ya Eynkawaya Hewlerê termê Kerem Mîxayîl wergirt.

Nazim 11 salan li Hewlêrê bi Kerem Mîxayîl re xebitiye, ew jî bi dilekî xemgîn beşdarî merasîmê bû û devê wî nedigeriya ku xatir ji hevalê xwe bixwaze.

Nazim Şakirê ku li beşa firotinê ya kompanyaya Manahil El Ryanê endezyar e got:

“Kerem kesekî gelekî dûrî siyasetê bû, bi xwe xelkê Mûsilê, Xirîstiyan e û tevlî siyasetê nedibû.

Tenê peyayekî ku kompanyayeke wî hebû û her tim digot, min dixwest kompanyayeke min hebe û xelk li cem min bixebite.”

Kerem Mîxayîl sala 1981ê li Brîtanyayê ji dayîk bûye û wî li Brîtanyayê li ser bazirganiyê master xwendiye.

Kar û jiyana Kerem Mîxayîl di navbera Dubaî, Îraq û Herêma Kurdistanê de bû.

“Jidestdana wan ji me re giran e”

Lê dema şeva duşemê mêvahê Pêşrew Dizeyî bû, mûşekên Îranê ew kir armanc û dawî li jiyana wî hat.

Faris Lihêbiyê ku dostê malbata Kerem Mîxayîl e wiha axivî:

“Em ji ber şehîdketina van her du bazirganên bişiyan serxweşiyê li xelkê xwe yê Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Dema xelkê Îraqê penaber bû bi rastî her du jî xwediyên helwestên baş bûn, jidestdana wan ji me re giran e.”

“Ti pêwendiya wî nebû bi siyasetê re”

Şehid Heyderiyê ku li kompanyaya Manahil El Ryanê karmen e destnîşan kir ku ti pêwendiya Kerem Mîxayîl bi siyasetê re nebû û berdewam kir:

“Ti pêwendiya birêz Kerem nebû bi siyasetê re. Ev çend sal in em karmendên wî ne û ti carî me nedîtiye ku xwe têkilî siyasetê kiriye.

Karê wî yê bazirganiyê hemû tişt bû di jiyana wî de.”

Kerem Mîxayîl, damezrêner û rêveberê kompanyaya Menahil El Ryan û di heman demê de birîkarê li kompanyayaên Sony û Samsungê yê Îraqê bû.

Îbrahîm Mehmûdê ku li kompanyaya Menahil El Ryanê ye destnîşan kir ku Kerem Mîxayîl tevî temenê xwe yê biçûk jî bazirganekî baş bû û pê de çû:

“Xwest wê teknolojiya ku li Dubaî û Brîtanyayê heye bîne Hewlêr û Bexdayê.

Tevî wî temenê biçûk jî bi ser ket.

Roja ku ev rûdan qewimî hat kompanyayê û ji ber firotina me ya meha borî spasiya me kir.

Diyar e dizanibû ku ev rojên wî yên dawiyê ne.”

Kerem Mîxayîl Serîdar bi eslê xwe ji Deşta Nînowayê bû û bavê du zarokan bû.

Termê wî li ser daxwaza malbata wî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Brîtanyayê ve bi rê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst