Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê tovên ceh û genim didin cotkaran

18-11-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hem ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û hem jî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tovên ceh û genim li ser cotkaran tê dabeşkirin.

Hevdem ligel dabeşkirina tovê genim ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li ser cotkarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Tov a ser bi hikûmeta Sûriyê jî ragihandiye ku ew di dabeşkirina tov de berdewam e.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Zêdekirina Tov a ser bi hikûmeta Sûriyê ve, îsal 33 hezar hektar zevî bi genim û ceh hatine çandin.

Her li gorî ragihandina Rêvebeirya Çandiniyê ya hikûmeta Sûriyê, rûberê çandî bi genimê avî 6 hezar û 250 hektar e û rûberê genimê bejî 10 hezar û 50 hekatr e. Herwiha rûberê çandî bi cehê avî 3 hezar û 600 hektar e û rûberê çandî bi cehê bejî 13 hezar hektar e.

Rêveberiya Zêdekirina Tov a ser bi hikûmetê ve li Hesekê jî ragihandiye ku heta niha wê 800 ton tov firotine cotkaran, di demekê de ku 2 hezar û 100 ton tov ji bo firotinê amade ne.

Rêveberiya Çandiniyê plana çandiniya ceh û genim li parêzgeha Hesekê bi 440 hezar hektar genimê bejî û 109 hezar û 951 hektar genimê avî destnîşan kiriye, herwiha 400 hezar hektar ji bo cehê bejî û 20 hezar û 734 hektar ji bo cehê avî destnîşan kiriye.

Rêveberiya Xweser beriya çend rojan ragihandibû ku Desteya Çandiniyê dest bi belavkirina tovê genim kiriye, ku ji aliyê rêxistina CHF a Amerîkî ve hatiye şandin.

Bi hevahengî ligel komîteyên çandiniyê û komîteyên pirkirina tov, rêxistina CHF tovê genim li Til Koçer, Til Birak û Til Hemîs belav dike.

Ajansa Amerîkî ya Pêşxistina Navdewletî (USAID) ragihandiye ku 3000 ton ji tovê genim ji bo çandina zeviyên Rojavayê Kurdistanê gihiştiyê deverê.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, Selman Barûdo pêşwazî li şandina tovê genim ji cotkarên herêmê re kiriye, lê diyar kiriye ku ew rêje  kêmasiya tov li deverê danagire û têra pêdiviyên çotkaran nake.

Berpirsê Beşê Pirkirina Tov li Herêma Ferat ragihandiye ku wan 37 ton ji tovê rêxistina (CHF) wergirtiye û li cotkarên Minbic û Eyn Îsa belav kirine.

Rêveberiya Xweser îsal 35,000 ton ji tovê genim li cotkaran belav kirin,  di demekê de pêwîstiya cotkaran bi bêhtir ji 50,000 tonî heye.

Salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 ton  genim heye.

Sala 2021ê ji ber nebûna baranê, berhema xwecihî ya genim kêmî 200,000 tonî bû.

Hikûmeta Sûriyê li dijî şandina tovê genim ji aliyê rêxistina Amerîkî ve bo navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser derketiye û ragihandiye ev kiryar ne rewa ye û nabe bi bê pişkinîn, ti tovên çandiniyê derbasî Sûriyê bibin, ji ber ku ew dê bibin sedema  belavbûna nexweşî û bobelatan li zeviyên çandiniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst