Li Herêma Kurdistanê 300 xwendekarên ji Serê Kaniyê ji xwendinê bê par mane

18-10-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Xwendekar Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê 300 xwendekarên ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bê xwendin mane.

Cemal Omerê 13 salî ji ber bombebarana balafirên Tirkiyeyê li ser bajarê wî yê Serê Kaniyê bi malbata xwe re derbederî Herêma Kurdistanê bû.

Dema Serê Kaniyê hat dagirkirin Cemal di pola 5an a dibistana seretayî de bû.

Lê bomberbaranan bêyî ku ti belgeyekî dibistanê bi xwe re bîne ji bajarê xwe koçber bû û li Herêma Kurdistanê bicih bû.

Serê Kaniyê niha di bin dagirkeriya Tirkiye û grûpên çekdar de ye û Cemal nikare belgeyên ji bo dibistanê peyda bike.

Ji ber ku ti belge pê re nîne, li dibistanên Herêma Kurdistanê nehate qebûlkirin û ji xwendinê bê par ma.

Cemal bi bavê xwe re ji bo debara jiyana malbata xwe, di xwaringehekê de dixebite û rojê 10 hezar dînar kar dike.

“Ez dixwazim herim dibistanê lê ez çi bikim”

Penaberê Serê Kaniyê Cemal Omer  got, "Ez di nava vê xwaringehê de her karî dikim. Ez rojê 12 demjimêran kar dikim.

Ez dixwazim herim dibistanê ji ber ku dibistan siberoja me baştir dike, lê ma ez çi bikim?

Belgeyên me yên xwendinê tinin û ez niha alîkariya bavê xwe dikim."

Ciwan ku salekî ji Cemal biçûktir e heman pirsgirêka birayê xwe heye ku nikare xwendina xwe li Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Bavê zarokan Umer Walî 4 sal e dide ku zarokên wî bixînin lê rênmayên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê rêgirbûn li ber wan hewlan.

“Balafiran Serê Kaniyê bombebaran dikir, ez dê çawa belgeyan bînim?”

Umer Walî wiha anî ziman, "Wezareta Perwerdê daxwaza gelek belgeyan dike, ji bo ku em ji wan re piştrast bikin ku ev zarokên min di pola 5 û 6an de bûn.

Lê ma ez çibikim? Wê demê balafirên Tirkiyeyê Serê Kaniyê bombebaran dikir.

Ma ezê çawa wan belgeyên xwendinê bînim?"

Di sala 2019an de dema Tirkiyeyê bajarê wan bombebaran kir wekî bi hezaran malbatên Kurd, malbata Umer Walî jî neçar ma dev cih û warên xwe berdin derbederî Hewlêrê bûn.

Dema bajarê wan hat dagirkirin Umer Walî karibiye tenê 2 belgeyan bi xwe re bîne.

Yek ji wan belgeyan jî tapoya mala wî ye niha di destê grûpên çekdar de ye.

Hemû hewlên wî ji bo zarokên xwe jiyaneke baş dabîn bike lê ew jî bûn xewn.

“Bavek heye naxwazê zarokên wî bixwînin?”

Umer Walî got "Ma bavek heye naxwazê zarokên wî bixwînin? Ez gelekî diêşim dema ez zarokên xwe di vê rewşê de dibînim."

Ji bilî zarokên Serê Kaniyê, yên bajarokê Girê Spiyê jî heman pirsgirêka wan a xwendinê heye û çareserî didestê hikûmetê de ye.

Ji sala 2016an ve UNICEFê destê xwe ji kerta xwendinê ya Herêma Kurdistanê kişandiye û hemû karûbarên xwendekaran di stûye Hikûmeta Herêma Kurdistanê hiştiye.

Li gor amarên Yekîtiya Mamostayên Kurdistan- Sûriyeyê, li seranserê Herêma Kurdistanê nêzkî 300 xwendekarên bajarê Serê Kaniyê ji ber nebûna belgeyên wan yên xwendinê, ji xwendina xwe bê par mane.

Malbat li bendê ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zarokên ku ji xwendinê bêpar mane, çareyek bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst