Wezareta Derve ya Swêdê piştevaniya xwe bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da

18-10-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Wezarta Derve ya Swêdê sardana Rojavayê Kurdistanê kir û dilgiraniya xwe derbarê êrîş û gefên Tirkiyê û çekdaran nîşan da.

Şandeke Wezarta Derve ya Swêdê ya ji  nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Swêdê Per Ornius, berpirsiyarê dosya mirovahî û alîkariya li Wezareta Derve ya Swêdê Per Dansk û şêwirmendê siyasî Carl Anderson pêk tê, duh Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an serdana sardana Rojavayê Kurdistanê kir  û şandê hin bername dane pêş xwe û biryar e çend rojan li Rojavayê Kurdistanê bimîne.

Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê ligel Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser re civiya.

Şanda Siwêdî dilgiraniya xwe derbarê êrîş û gefên Tirkiyê û çekdaran nîşan da. Berpirsê şandê tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên kontrolkirî yên Rojavayê Kurdistanê kir.

Di konferanseke rojnamevani de li Qamişlo, Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer spasiya helwesta Siwêdê ji bo piştgîrîkirin Rêveberiya Xweser nîşan da.

Bi taybetî helwesta vê dawiyê ya Wezîra Derve ya Swêdê ku li Enqere, ji Tirkiyê xwest ji Sûriyê navçeyên Kurdî vekişe.

Ebdulkerîm Omer got: “Em spasiya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde dikin li Enqerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwesta xwe nîşan da. Ev duyem serdana Wezarta Derve ya Swêdê ye. Me gelek mijar gotûbêj kirin.”

Wek tê zanîn Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde  13ê Cotmeha 2020an serdana Enqere kir di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu  ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst