HAT NÛKIRIN - Li Amedê pevçûna çekdarî: 2 kes hatin kuştin

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Rezan Pevçûn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên nakok de pevçûna çekdarî derket û û li gor zanyariyên destpêkê di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku her du kesên hatine kuştin birayên hev in û nasnameya wan aşkerekirin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand, îro li navçeya Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve li Şaxa Marketa Mansur Gross a li taxa Selaheddînê Eyûbî di navbera du komên nakok de pevçûna çekdarî derket.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, her du alî xizmên hev in û di navbera wan de li ser erdê nakokî hebûne.

Di pevçûnê de 2 kes hatine kuştin û tê gotin her du kesên kuştî birayên hev in û gule li serên wan ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di bûyerê de Harî Kan û Kadrî Kan jiyana xwe ji dest dane ku birayên hev in. Herwiha kesên ku ew her du bira kuştin e, navê wî M.K û kurapê wan bûye.

Hat zanîn ku M.K xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye û lêpirsîna bi wî re dest pê kiriye.

Gelek polîs û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînên kirine.

Herwiha ekîbên tendirustiyê bi ambulansan çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan, piştî pişkinînên destpêkê yên li cihê şer, cenazeyên her du kesên ku hatine kuştin, rakirin Tiba Edlî ya Amedê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst