Li Wanê di ‘Roja Paqijiyê ya Cîhanî’ de bal kişandin ser paqijiyê

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Roja Paqijiyê ya Cîhanî Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehe Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya 17ê Îlonê “Roja Paqijiyê ya Cîhanî” hejmareke endamên sazî û rêxiastinên li wî bajarî û hejmarek xwendekar û çalakvanan gilêşên  derdora gola Wanê û kelha Urartuyê kom kirin.

Şaredariya Payîzava bi armanca balê bikişîne ser paqijiyê çalakiyek saz kir û Endamên Encûmena Şaredariyê, berpirs û xebatkarên şaredariyê û endamên navenda ciwaniyê beşdar bûn û derdora Kelha Urartuyê li navçeyê paqij kirin.

Şaredar Hayrullah Taniş got ku ew dixwazin di Roja Paqijiyê ya Cîhanî de balê bikşînin ser paqijiyê û bi vê armancê xebateke wiha kirin.

Li navenda navçeyê jî paqijî hat kirin û paşê herkes belav bû.

Di heman demê de endamên sazî û rêxiastinên Wanê bajar û xwendekaran gilêşên derdora gola Wanê kom kirin.

Çalakvanan  bi wê çalakiyê xwestin, bala xelkê bikişînin ser parastin û paqij ragirtina wê golê.

Gelek caran jîngeparêz û xwebexş,  ji bo parastina gola Wanê û jîngeha çalakiyên bi vî awayî lidar dixin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst