Li Kobaniyê pirsgirêka nebûna xaniyên kirê berdewam e

18-09-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Tevî ku tevgera avakirinê li Kobanî zêde bûye, lê hîn jî pirsgirêka nebûna xaniyê kirê berdewam e
Tevî ku tevgera avakirinê li Kobanî zêde bûye, lê hîn jî pirsgirêka nebûna xaniyê kirê berdewam e
Nîşan Kobanî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) - Tevî ku tevgera avakirinê li Kobanî zêde bûye, lê hîn jî pirsgirêka nebûna xaniyê kirê berdewam e. Hejmareke zêde ya xelkê din hatine Kobanî, ev jî barekî zêde li ser wî bajarî çê kiriye.

Îsal herî kêm li Kobanî 500 avahiyên niştecîkirinê hatine çêkirin û nirxê her şuqeyekê ji 20 hezar dolaran zêdetir e.

Nêzî 3 mehan ku Ayûb li xaniyekê ji bû kirê digere, lê bi dest nakeve. Eger peyda jî bike giran û zêde ye ji şiyanên wî.

Welatiyê bi navê Ayûb Şahîn dibêje, “Ev bû 3 meh li xaniyekê digerim. Berê di şurqeyekê de dimam. Şuqe biha kirin. Gotin divê tu hezar dolaran bidî. Em jî bi pereyê Sûriyê kar dikin, ji ber hindê giran e li ser me. Piştre ez hatim vir. Niha xwediyê vî xaniyî jî dibêje divê tu mehane 400 hezar lîreyê Sûriyê bidî. Lê ev xanî ne hêjayî wê ye ku ew pere pê bê dayîn.”

Li gor yekîtiya belênderên bi kêmanî di vê salê li bajarê Kobanê 500 projeyên niştecîbûnê hatin lêkirin, lê tev ji bo firotinê ne, nirxê kirîna şuqeyekê  ji 17 hezar dolar û bi jor de destpê dike û daxwaz li ser kirînê zêde ye.

Serokê yekîtiya Belêndêrên Kobaniyê, Hacî Henan, dibêje hejmareke teqez li gel wan nîne lê bi sedan avahî hatine çêkirin û diyar dike, “Li xaniyan çêdikin, bi wî awayî, tê 17-18 hezar dolaran”

Bazara xanûberan giran bûye û xanî bi kirê bi dest xelkê nakevin di demekê de ku hîn bihêtirî 30 ji sedî ji xelkê Kobanê vengeriyane bajarê xwe, lê ji aliyek din ve gelek kesên din qesta bajar kirin. Lewma bihabûn nayê kontrolkirin.

Hevserokê Şarederiya Kobaniyê, Faris Etê jî diyar dike, “Miletê Efrînê, Reqayê, gelek Kurdên li Şamê, li Helebê, derbasî Kobaniyê bûne. Gelek ji wan derfeta wan nîne bo xwe xanî çêbikin.” Etê dibêje, ev hemû bûne sedem bo bihabûna kirêya xaniyan.

Bêhtirî 75 ji sedî bajar di şerê li dijî DAIŞê de wêran bû. Li Kobanê bêhtir ji  100 belêndêr û kompaniyan karê avakirina xaniyan dikin û hêdî hêdî xaniyên yek qatî di nava bajar de kêm dibin. Lê kesên ku dahata wan sînordar e ne kirê ji wan tê û ne jî kirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst