Qaçaxciyan du malbatên Efxanî xapandin û anîne Hewlêrê

18-06-2024
RÛDAW
Qaçaxciyan ji her endamekî malbatê 3 hezar dolar wergirtine
Qaçaxciyan ji her endamekî malbatê 3 hezar dolar wergirtine
Nîşan Efxanî Qaçaxçî Hewlêr Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du malbatên Efxanî ku xwestiye ji Îranê bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bibin, qaçaxciyan ew xapandine û derbasî Herêma Kurdistanê kirine.

Qaçaxciyan ji her endamekî malbatê 3 hezar dolar wergirtine

Jineke wê malbatê diyar kir ku rewşa wan li Îranê her ku diçû xirabtir dibû û wan her tiştê xwe firotine da ku derbasî Tirkiyeyê bibin. 

Wê jinê got:

“Dema em li Îranê bûn ji ber ku em qaçax bûn, rewşa jiyana me zehmet bû.

Me nedikarî kar bikin û xanî kirê bikin. Rewşa me gelekî zehmet bû.

Piştre me xwest biçin Tirkiyeyê, ji ber ku Tirkiye penaberan qebûl dike û ew Efxaniyan jî qebûl dike.

Ji ber wê jî me her tiştê xwe firot û em bi  Qaçaxçiyekî re axivîn lê wî em anîne vir.”

“Ji bo her kesî me 3 hezar dolar da”

Wê da zanîn ku qaçaxçiyan ji her endamekî malbatê 3 hezar dolar standine:

“Ji bo her kesî me 3 hezar dolar da wî ku me bibe Tirkiyeyê lê wî em anîn Hewlêrê.

Ji me re got ku ev der Tirkiye ye, me nedizanî ka ev der Tirkiye ye an jî Îraq e.”

“Niha rewşa me gelekî xirab e”

Derbarê rewşa wan de jî got:

“Niha rewşa me gelekî zehmete ji ber ku em ne dikarin kar bikin û ne em dikarin xanî bigrin.

Em nikarin tiştekî bikin, ji ber ku em qaçax in û em yasayî nehatine.

Em ji hikûmetê dixwazin ku me bide welatekî din an jî li vir derfetê bide me ku em bikarin kar bikin û dahateke me hebe.

Em dixwazin bikarin wekî kesên asayî kar bikin û rewşa me baş bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst