Ji ber nebûna avê nexweşî li Şehba û Til Rifetê belav bûne

18-06-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Ji ber nebûna avê nexweşî li Şehba û Til Refetê belav bûne / Wêne: Ji dîmenan
Ji ber nebûna avê nexweşî li Şehba û Til Refetê belav bûne / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Krîza Avê Şehba Til Rifet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nebûna ava pak li nav kampên Şehbayê û bajarokê Til Rifetê yên Rojavayê Kurdistanê, bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Di nava kampên Şehba û gundewarên bajarokê Til Rifet de krîza avê heye

Xelk nikare ava vexwarinê bi dest bixe, ji ber ava gemarî gelek nexweşî jî di nava wan de belav bûne.

Rêxistina UNICEFê berê av dida wan herêman lê piştre alîkarî qut kirin, êdî ew rêxistin jî avê nade koçberan.

Ji Adara 2018yan ve li nava 5 kampên navçeya Şehbayê, bêhtirî 2 hezar malbatên koçberên Efrînê dijîn.

Nişteciyên wan navçeyan bangî rêxistinên navdewletî dikin da ku pirsgirêkên jiyana wan a rojane çareser bikin.

Bi sedema nebûna ava vexwarinê jî zêdeyî 100 hezar kesî, li wan navçeyan û li bajarokê Til Rifetê nexweş ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst