Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê: Em rûbirûyî destdirêjî û gefan dibin

18-06-2022
Ali Haydar Gozlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî yên Zanîngeha Munzurê ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ragihandin ku bi sedan xwendekar ji aliyê mamosteyê zanîngehê Îlyas Kayaokay ve rûbirûyî gef û destdirêjiyê bûne.

Xwendekarên Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî yên Zanîngeha Munzurê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê îro 18ê Hezîrana 2022ê li Parka Seyît Riza bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihandin ku bi sedan xwendekar ji aliyê mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî yê wê zanîngehê Îlyas Kayaokay ve rûbirûyî gef û destdirêjiyê bûne û beşek ji wan xwendekaran li navenda ewlekariyê  derbarê  mamosteyê  navborî de gilî tomar kirine.

Xwendekarên Zanîngeha Munuzurê di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku rêveberiya zanîngehê derbarê bûyera destdirêjiyê û gefên sîstematîk ên Îlyas Kayaokay de tedbîrên pêwîst werbigire.

Xwendekaran dan zanîn ku hejmareke zêde ya xwendekran ji aliyê Kayaokay ve çi bi devkî çi jî bi rêya medya civakî rastî gef û destdirjiyê hatine û tekez kirin ku 85 xwendekarên beşa edebiyatê derbarê wî de daxwazname dane rêveberiya zanîngehê.

Xwendekaran amaje bi wê yekê dan ku mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî yê zanîngehê Îlyas Kayaokay dema weke çavdêr ji bo çavdêriya ezmûnan tê pola wan bêyî ku jin an mêr cuda bike, sivakatiyê bi gelek xwendekaran dike û berdewam gefan li xwendekaran dixwe.

Xwendakar dibêjin: “Bi şev li ser medya civakî peyaman dişîne (mamoste). Ji wan hevalên me ên ku dibêjin em dê giliyê te bikin re jî dibêje pişta min bihêz e û tiştek bi min nayê. Hûn xwendekar in hûn nikarin beşê biqedînin, ma dê ji min bawer bikin yan ji we. Derbarê wî de lêpirsîneke me ya din a temambûyî û biryara dûrxistinê jî heye. Li zanîngehê bi sedan xwendekar û karmend jî di nav de destdirêjî li herkesê kiriye. Em dê bikom li navenda ewlekariyê derbarê wî de giliyê tomar bikin.”

Hat ragihandin nêzîkî 15 xwendekarên Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî li ser mijarê li navenda ewlekariya Dêrsimê  derbarê mamosteyê navborî de gilî tomar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst