Li Erzinganê 48emîn Hefteya Geştyariyê dest pê kir

18-04-2024
RÛDAW
 Sûlava Girlevikê/Wêne: AA
Sûlava Girlevikê/Wêne: AA
Nîşan Sûlava Girlevikê Erzingan 48emîn Hefteya Geştyariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erzinganê Sûlava Girlevikê wêneyên xwezayeke bedew derdixe holê.

Di çarçoveya Hefteya Geştyariyê de li vê sulavê bernameyeke taybet hat sazkirin.

Di bernameyê de pêşangeheke wêneyên xwezaya Erzinganê hat vekirin.

Li kêleka wê xwarinên herêmî hatin çêkirin û pêşkêşî beşdaran hat kirin.

Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu got:

“Bajarek çiqas li kevneşopî, çand û cewhera xwe xwedî derkeve ewqasî cîhanî dibe.

Ji ber wê ez spasiya wan kesan dikim ku xwarinên Erzincanê parastin û gihandin van rojan.”

Li Erzinganê Hefteya Geştyariyê salane di navbera 15-22ê Nîsanê de ji aliyê Rêveberiya Çand û Geştyariyê ve tê lidarxistin.

Armanca vê pêşangeha ku di 48emîn Hefteya Geştyariyê de hatiye vekirin ew e ku çandê biparêze û radestî nifşê siberojê bike.

“Em hewl didin bedewiyan bidin nasîn”

Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Erzinganê Oguzhan Kiliç jî anî ziman:

“Pêşekiya me danasîna bedewiya xweza û dîroka Erzincanê ye. Li Erzincanê derya û qom nînin lê gelek bedewiyên dîrokî, çandî û xwezayî hene.

Di çarçoveya vê hefteyê de em hewl didin wan bedewiyan bidin nasîn.”

Sûlava Girlevikê ku yek ji bedewiyên vê parêzgehê ye 35 kîlometreyan ji navenda Erzinganê dûr e û 40 metreyan bilind e.

Li parêzgehê bi dehan deverên xwezayî yên wekî wê hene ku salane mazûvaniya geştyaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst