DUHOK – Ji ber derziya xelet destê keçika 2 salî hate birîn

18-04-2017
NÊÇÎRVAN HÛSÊN
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sena Hîsam Akrê Nexweşxane
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Di 8ê Nîsanê de li navçeya Akrê ya Duhokê malbata keçika 2 salî ya bi navê Sena Hîsam, ji ber îshalê ew rakirine nexeşxaneyê. Lê ji ber derziya xelet a perestar destê Senayê werimî û lareş bû. Komîsyoneke pizîşkên Duhokê biyara birîna destê Senayê dan.  

 

Sena Hîsam ew keça biçûk e ku ji ber zikçûnê rakiribûne nexweşxaneyê lê niha destê wê hatiye birîn. Dayika wê Perîşan Ebdullah xemeke mezin dixwe û dibêje; Min bi du destan keça xwe bire nexweşxaneyê lê bi destekê ji nexweşxaneyê derketim. Bi ti awayî em heqê wê kesê helel nakin ku wiha li keça me kir.”

 

Sena niha li Nexeşxaneya Duhokê di bin çavdêriya pizîşkan de ye. Di nava torên civakî de bûyera Senayê deng vedaye û wêneyên wê tên parvekirin. Ji ber vê jî di nav civakê de bi germî karê noşdar û pizîşkan tê gengeşekirin. Xelk dixwazin zêdetir giringiyê bidin kerta tendurustiyê.

 

Bavê Senayê dibêje, wî keça xwe biriye Nexweşxaneya Akrê. Perestarekê 7 caran derziya serûmê lê daye lê nekariya li demarê rast bide, lewma milê Senayê laser bûye.

 

Pizîkên Duhokê dibêjin, derzî neketiye demarê lewma guvaş li destê Senayê kiriye. Ji ber vê yekê du komîsyonên pizîşkî û yasayî ev bûyer lêkolîn kirine û di encamê de biryara birîna destê Senayê dane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst