Serok Barzanî: Nabe destwerdan li mafên pêkhateyan were kirin

18-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku ji bo ku rewatî li Herêma Kurdistanê nebe cihê pirsê divê îsal hilbijartin werin kirin. Di derbarê çawanîya beşdarîkirina pêkhatan di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de Serok Barzanî got: “Nabe bi ti awayî destwerdan di mafên pêkhateyan de bê kirin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Adara 2023an, pêşwazî li çend balyoz, konsul, nûnerên welatan, rêxistinên navdewletî û Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û xwarina nîvro bi hev re xwarin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê mêvandariyê de Serok Barzanî gotarek pêşkeş kiriye û tê de behsa peywendiyên di navbera Iraq û navbera Herêma Kurdistanê de, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û serdana hefteya borî ya Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê kir û di heman demê de bal li ser girîngiya sembol, wate û helkeftên meha Adarê û Newrozê ji bo gelê Kurdistanê û hêvî xwest ku di cejn betlaneyan de demên xweş li Kurdistanê derbas bikin.

"Ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfeteke baş heye"

Derbarê rew rewşa siyasî û peywendîyên navbera hikûmeta Iraqê û hukûmeta Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku  derfeteka baş bo çareserkirina pirsgirêkan heye û îrade û xwestek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştinê, li ser binemaya destûrê û li ser binemaya lihevkirinên ku di navbera aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de hatine kirin.

Hefteya derbasbûyî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.  Serok Barzanî ew serdana Sûdanî ya bo Herêma Kurdistanê weke derfeteke baş ji bo têgihîştina zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser nehiştina nakokiyan nirxand.

Serok Barzanî: Lazime îsal hilbijartin werin kirin

Têkildarî xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û beşdarîkirina pêkhatan jî de serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo ku pirsa rewabûna Herêma Kurdistanê nebe cihê pirsê, divê îsal hilbijartin bên kirin û got: “Hevkarî û hemahengîya baş di navbera tîmên navdewletî û aliyên peywendîdar ên Herêmê de bo amadekarîyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê heye.”

Serok Barzanî herwiha bal kişande mafên pêkhateyan di hilbijartinan de jî û destnîşan kir ku nabe destêwerdan di mafên pêkhateyan de were kirin û nabe îradeyeke diyarkirî li ser pêkhteyên deverê were sepandin û wiha got: “Divê rêz li îradeya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê bê girtin û pêkhate bi xwe û rêxistina Netewên Yekgirtî her sîstemek ji bo beşdarbûna pêkhateyan baş bibînin, ji aliyê me ve dê were qebûlkirin.

Bi gotina Serok Barzanî tîmên navdewletî jî hevkarîyek baş bi alîyên peywendîdar ên herêma Kurdistanê re dikin da ku xwe ji bo hilbijartinên herêma Kurdistanê amade bikin.

Li gor heman daxuyaniyê di civînê de deriyê gotûbêj û danûstandina nêrînan bo amadebûyan hat vekirin û Serok Barzanî jî bersiva têbinî û pirsên dîplomat û nunerên welatên biyanî yên derbarê rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst