Rêxistina Mafên Mirovan: 300 hezar Erebên hawirde li Efrînê hatine bicihkirin

18-03-2021
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, nêzîkî 300 hezar xelkê Efrînê koçberî Şehba, Cizîr, Heleb û Ewropayê bûne.

Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê da ku zêdetir ji 300 hezar Erebên hawirde li Efînê hatine bicihkirin û herweha nêzîkî 7 hezar û 500 kes hatin revandin.

Berdevkê Rêkxistina Mafên Mirovan dibêje, nêzikî 100 hezar kes ji xelkê Efrînê koçberî herêma Şehbayê bûne ku di 5 kampan de û li gundewaran dijîn û diyar dike, “Rewş xerab e, xelk di rewşeke zehmet de dijîn. Rêxistinên navdewletî jî derbasî wê herêmê nabin.”

Îbrahîm Şêxo dibêje, “Kesên vedigerin Efrînê rastî zehmetiyan tên. Binpêkarî li dijî xelkê berdewam in. Îstîxbareta Tirkiyê destê wê di her tiştî de heye. Piraniya kesên vegeriyane Efrînê hatine girtin.”

Li ser belgekirin û tomarkirina binpêkariyên Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê Şêxo diyar dike, ew hewl didin her kiryareke li dijî xelkê tê kirin tomar bikin û dibêje, “Em belgeyan digihînin saziyên navdewletî, lê berjewendiyên navdewletî hene.”

Îro 18ê Adarê, 3 sal di ser dagîrkirina bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.

Beriya 3 salan, piştî 58 rojan êrîşên Artêşa Tikriyê û girûpên çekdar yên ser bi opozîsyona Sûriyê, bajarê Efrînê ket bin destê wan. Heta niha jî Tirkiye û girûpên çekdar di wî bajarî de desthilatdar in ku binpêkarî jê kêm nebûne.

Di nava 3 salên derbasbûyî de, girûpên çekdar çendîn coreyên binpêkirina mafên mirovan li hember xelkê Efrînê kirine. Ji kuştin, revandin talankirin û destdanîna ser mal û milkê û heya digehe qedexeya perwerdeya bi ziman û kultûra Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst