Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li Xakurkê ragihand

18-01-2020
RÛDAW
Nîşan Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Xakurkê Başurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekê li Xakurkê ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li herêma Xakurkê ku dikeve nav xaka Başurê Kurdistanê, hêzên PKKê hewl dane êrişî ser binkeye serbazên wî welatî bikin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di wê dema wê hewldana gerîlayên PKKê de serbazekî Tirkiyê bi bombeya destî hewl daye rê li ber êrişê bigire, lêbelê ew bombe di destê wî de teqiyaye.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê, di encama teqînê de ew serbaz, birîndar bûbû û bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin, lêbelê li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest daye.

Hatiye aşkerekirin ku ew serbazê bi navê Fevzî Altinayak ji navçeya Ilgin a Konyayê bû.

Derbarê vê bûyerê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Ev di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê êriş û operasyonên xwe yên li dijî hêzên PKKê li herêmên Xakurk, Heftenîn û deverên din ku dikevin nav xaka Başurê Kurdistanê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst