URMIYE – Jinbavê bi lêdanê xisar gihand mêjiyê keçhiliya xwe ya 4 salî

17-12-2023
Nîşan Urmiye Keçhilî Lêdan Jinbav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatanê Kurdistanê jinbavekê li keçhiliya xwe ya 4 salî da.

Mêjiyê keçika 4 salî ji ber lêdana zêde xisar dît û niha li beşa nexweşiyên giran tedawî dibe.

Di dîmenên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin de diyar dibe ku jinbavek bi awayekî gelekî dijwar li keçhiliya xwe ya 4 salî dixe û paşê wê ji eywanê diavêje hewşê.

Dilê jinbavê dîsa jî rehet nabe, li hewşê jî lê dixe, paşê bi pora wê digire û wê dikişîne nava malê.

Bavê keçika 4 salî ji navçeya Kotolê ya Bajarê Xoyê ye lê ev çend sal in ku li Urmiyeyê dijî.

Hevjîna wî ya berê Azerî bûye û keçeke wî û kurekî wî ji wê jinê hebûne lê zêdetirî salekê ye ku bi jineke Kurd re zewiciye.

Bavê wê zarokê ji ber ku li kargehekê li Tewrêzê dixebite piraniya caran ne li malê ye.

Pêncşema borî piştî ku dengê giriyê keçikê hatiye bihîstin cîranan telefonî bavê wê kiriye.

Dema bav vedigere malê dibîne ku tenduristiya keça wî têk çûye û hevjîna wî ew nebiriye nexweşxaneyê jî.

Cîranan ji bav re gotiye, “Çend meh in bi taybetî bi şevan dengê giriyê keça te û kurê te tê. Jinbava wan li wan dixe û wan diêşîne.”

Bav piştî vê yekê gilihê hevjîna xwe kiriye û polîsan jinbav desteser kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst