HEWLÊR - Balafirgeha Herîrê hat bombebarankirin

17-11-2023
Nîşan Balafirgeha Herîrê Hewlêr Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê ya li Hewlêrê hat kirin.

Beriya niha bi demeke kurt ji Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê dengekî xurt ê teqînê hat bihîstin.

Dijî Terora Herêma Kurdistanê da zanîn ku balafirgeh “bi droneke bombebarkirî hatiye bombebarankirin.”

Dijî Terora Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku ev balafirgeh, dema şerê bi DAIŞê re ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû bikaranîn.

Herî dawî 11ê vê mehê êrişî Balafirgeha Herîrê hatibû kirin.

Herwiha 9ê mehê jî bi dronan êrişî ve balafirgehê hatibû kirin.

Grûpa Îslamî ya ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî” bi nav dike, dabû zanîn ku wan ev êriş encam daye.

Li aliyê din, Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagonê) Sabrina Singhê ragihand ku ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 58 caran êrişî hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst