AGIRÎ – Bav û kur pev çûn, keç hat kuştin

17-10-2023
Nîşan Agirî Panos Cerdevan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê bav û kur pev çûn, keça 20 salî hat kuştin.

Li gundê Axtepeyê yê Panosê di navbera cerdevanekî teqawît û kurê wî de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû bav û kur pev çûn û bav bi kurê xwe bi çekê birîndar kir.

D.Tya 20 salî hewl da ku bav û birayê xwe jev veqetîne lê guleyek li wê jî ket.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê D.Tya birîndar rakir nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, tîmên tenduristiyê E.Tyê birîndar jî ji bo dermankirinê veguhast Wanê.

Cerdewanê bi navê C.T. û kurên wî L.T. û A.T jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst